Elige una pista para reproducir

Çûm Dersim ê çiyayê bilind delal in
Çem û kanî di xulxul in zelal in
Mirovên xwe rû bi ken in heval in
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Hesreta dilê min
Mirovên xwe rû bi ken in heval in
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Eşqa dilê min
Çiqas digerim li deşt û çiyayên te
Têr nexwar ava sar ji kaniyên te
Digerim li dinyayê nedî buhişta ka te
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Evîna dilê min
Digerim li dinyayê nedî buhişta ka te
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Hesreta dilê min
Min hez kir ji keçikê kî Pilûr ê
Me niyaz kir ziyareta Munzur ê
Bila pişta me bi destê Xizir ê
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Hesreta dilê min
Bila pişta me bi destê Xizir ê
Ey Dêrsima min
Hembêz a dayika min
Eşqa dilê min