Elige una pista para reproducir
JÎYANA KAVIL
Jîyan mîna çîroka
Qehreman ê dîroka
Dinêre bejna zirav
Li ber ketye ser çok a
Ev çi dil e çi dil e
Dibê lêketye gulle
Derd û kul jê dikişe
Jîyan bûye kavile
Kulîlke ke heft renge
Çiqas naz û ahenge
Ji min re xeber nade
Çima îro bêdenge
Ev çi dil e kî jar e
Mînanî gurê hare
Ne bihar ne zivistan
Li ser agir dibare
Bazê lat û zinar a
Şêr ê qîrîn hewara
Felek malik xirab be
Ketye destê neyara
Ev çi bexte çi bexte
Xêr nedît dem û waxte
Kesera min girane
Rûneniştim li rexte