Elige una pista para reproducir
Çavên wê yên reş
mîna çavên xezalan vekirî
Devê wê bi ken bû
Porê wê belavbûyî,
stûyê wê gola xwînê bû
Wî serê wê danî ser çoga xw
Pişta xwe vekir, li stûyê wê bada
Bi destan porê wê mist da
Bîstekê bêdeng
Çave wî li ser çavên xezalan ma
Çend dilop hêstir
ji çavên wî ber bi jêr bû
Û ew giriya
Û ew giriya
Û ew giriya
Û ew giriya
Û ew giriya
Û ew giriya
Di bin barana gulan de
ew giriya
Şev diçû
Stêrk diçû, heyv diçû
Xewna azadiyê hêviya felatê diçû
Hizr u bîr, serpêhatî û jiyaneke ciwan diçû
"Xwedayo Xwedayo
Ji berbanga Kurdistanê xweştir
Ji rojeke nû ya welatê min geştir
Çi heye?
Çi heye?
Çi heye?