Hevalê delal, ey kurê xwendewar
Me danîne ristên xwe pir bêjimar
Ji te hêvîdar im ji min megre dil
Ku pêşkêş dikim ez ji bona te gul
Eger sorgula min ne xweş reng û bîn
Ji bo bîn bikî xweş, ne ko bo kirîn
Li min megre carek eger gewşek in
Bi hûnan û ristin hemî rewşek in
Eger kêm bibêjim hemî ên me ne
Di rû re dibênî ciwan û xweşik
Di nav de xuya ne zîwan û reşik
Tu nîvişkê taze bixwe ezbenî
Li ser nanê min ke tu rûnê genî
çi bêjim, ku pîr im, ne xort û ciwan
Ji pîran re kêmî hene sed, bizan
çi qas palevan bî dibî ko firêz
Li şopa te sinbil nemênin bi rêz
Ne ez torevan im, ne jî ristevan
Tenê ez li ber der dibim dergevan
Di nav baxçeyê gulperestan kevim
Dixwazim bi wan re hinek rakevim
Bibim hevnişînê mirovên mezin
Dibî ko bi min re hinek dabezin
Bibim dost û hemyar digel sadedil
Wekî gulşilava ko hemta ye gul
Dibî bîn ji min bê, ji gul bête min
Bibim ez bi saya hevala mezin
Eger saz nebûye ne pak û tekûz
Eger pir ne sar e ku kevnar e kûz
Dixwazim biborî di kêmasîya
Li çolê gihame, ne Valansîya
Ji te hêvîdar im nekî gazina
Tu ristên me dameyne ber nazina
Dixwazim berîkê tijî ber nekî
Berên pir giran bin, di min wer nekî
Hevalê te me ez ne dostê neyar
Dixwazim bi hev re bikin kar û bar
Ji Kurdan re çê kin pira xwîn û ser
Serê xwe, serê te, bikin jê re ber
Ji bo ko di ser ve herin mêr û jin
çiyayên mezin tim bi hewr û mij in
çi qas em mezin bin wekî koh û şax
Di bin destê dijmin dibin sînedax
Divêm em bi hev re bibin dost û yar
Bi xurtî û sirtî herin ser neyar
Ji destê wî derxin welatê xwe tev
Bi êrîş herin pêş bi roj û bi şev
Bi dost û bira bin hemî jar û mest
Niho bûye çil sal ku min ev dixwest
Welat xweş bikin em nemênin neyar
Mirov tev bi hev re bibin dost û yar
Bi hev re bibin bi carek heval
Li ber hev menêrin bi can û bi mal
Ne sînor bimênin, ne jî pasport
Li her der bi hev re bijîn qîz û xort
Ji warê me bar kin çi tiştên nebaş
Di her war û cî de nemênin li paş
Cihanê bikin em bi rengê bihişt
Li nav me nemênin xwedî zor û xişt
Bi hev re bijîn em bi rist û hebûn
Ne ko ez dibêjim wekî Efletûn
Hezar beyt û pêsed nivîsîn bivîn
Di heftê û çaran Ciger bûye xwîn