Elige una pista para reproducir
Zivistan bi ser me de hat
Dibarên berf û baran
Rojê xweş û ronahî
Li me kire taristan
Pelê dara me zer bû
Ji ser û bin hilweşand
Ba û bagir li me rakir
Em tev bê cih û war man
Ev jîyana pir xedar
Li serê me dike ferman
Li serê me dike ferman
Dinalin, dibêjin, "Lo, wey lo!"
Digirîn, dibakin, "Wax!"
Dibakin, dinalîn, "Lo, wey lo!"
Digirîn, dibêjin, "Wax!"
Her kesî di cihê xwe da
Mal û medanê xwe berdan
Li welatê bîyanîyê
Her kes dimîne perîşan
Ku ez ne li cihê xwe bim
Jîyan ji mi re nabe eman
Nan û dewê welatê min
Xweştir e, ji sifra siltan
Nan û dewê welatê min
Xweştir e, sifra siltan
Dinalin, dibêjin, "Lo, wey lo!"
Digirîn, dibakin, "Wax!"
Dibakin, dinalîn, "Lo, wey lo!"
Digirîn, dibêjin, "Wax!"
(Hey ax)
Hey wax, hey wax, hey wax!
Hey wax, hey wax, hey wax!
Dinalin, dibêjin, diqêrîn, "Hey wax, hey wax, hey wax
Hey lo, hey wax, hey wax, lo, lo, lo!"
Dinalin, diqêrîn, dibêjin, "Hey lo, hey wax!"