Выберите трек для воспроизведения

Zivistan bi ser me de hat
Dibare berf û baran
Rojên xweş û ronahî
Li me kire taristan
Pelên dara me zer bûn
Ji ser û bin hilweşand
Ba û bagerr li me rakir
Em tev bêcihûwar man
Ev jiyana pir xedar
Serê me dike ferman
Li serê me dike ferman
Dinalin, dibêjin "lo lo"
Digirîn, dibakin "wax"
Dibakin, dinalin "lo lo"
Digirîn, dibêjin "wax"
Her kesî di cihê xwe de
Mal û mewdanên xwe berdan
Li welatê biyaniyê
Her kes dimîne perîşan
Ku ez ne li cihê xwe bim
Jiyan ji min re nabe eman
Nan û dewê welatê min
Xweştir e ji sifra siltan
Nan û dewê welatê min
Xweştir e ji sifra siltan
Dinalin, dibêjin "lo lo"
Digirîn, dibakin "wax"
Dibakin, dinalin "lo lo"
Digirîn, dibêjin "wax"
Eywax, eywax, eywax, eywax, eywax, eywax
Dinalin, dibêjin
Diqêrîn, eywax, eywax
Eywax hey lo, eywax, eywax lo lo lo
Dinalin, diqêrîn
Dibêjin hey lo, eywax