Выберите трек для воспроизведения
Tu bêje min
Çîroka çavê payîza me
Ku bê te
Baran dibe hevalê birîna me
Te dilê min hêla û sêwî kir
Te helbesta evînê dawî kir
tu bûy xeyal nava dil
Min evîna te hebû
Çi hewce baranê nebû
Giran e barê dûriyê
Tuy xerîbiya payîzê
Te bêhna xwe hêla
Her dem bimînim hizra te da
Çima nayêm bîra te
Wan roj û bîranîna
Ez û tu
Em Ne yê çûnê bûn
Pelên dara me
Ne yê hilwerînê bûn
Zanim dilê te
Girtiyê vînê bû
Gula eşqa me
Ne ya vê birînê bû
Te dilê min hêla û sêwî kir
Te helbesta evînê dawî kir
tu bûy xeyal nava dil
Min evîna te hebû
Çi hewce baranê nebû
Giran e barê dûriyê , Tuyî
Min evîna te hebû
Çi hewce baranê nebû
Giran e barê dûriyê
Tuy xerîbiya payîzê
Te bêhna xwe hêla
Her dem bimînim hizra te da
Çima nayêm bîra te
Wan roj û bîranîna